Bi sedan şêniyên kantona Kobanê serdana konê sersaxiyê kir

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê serdana konê sersaxiyê a 5 şehîdên ku di encama êrişa li ser Kobanê de şehîd bûn kir û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê konê sersaxiyê ji malbatên şehîdên êrişa li ser Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê veda.

Bi sedan şêniyên Kobanê û endamên saziyên sivîl û leşkerê serdana konê sersaxiyê kir.

Di merasîma sersaxiyê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Mehmûd, hevserokê Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk li herêma Firatê Bekir Hac Îsa û cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Zozan Bekir axivîn û sersaxî ji malabtên şehîdan re xwest.

Back to top button