Rêxistinên HDP’ê: ”Hesabê êrişên faşîst wê teqez bê pirsîn”

Li dijî êrişa li ser avahîya HDP’ê a Stenbolê Îro li gelek bajaran nerazîbûn hate nîşandan. Gelek rêxistinên HDP’ê yên bajarên Bakûrê Kurdistanê êriş şermezar kirin û dîyar kirin ku wê ”Hesabê êrişên faşîst bêne pirsîn.

Piştî êrişa di meha Hezîranê a li dijî avahîya HDP’ê ku di encamê de Denîz Poyraz hat qetilkirin, duh jî heman hewildana komkujîyê li dijî avahîya HDP’ê Bahçelîvler a Stenbolê pêk hat.

Rêxistinên HDP’ê ên bajarên Bakûrê Kurdistanê Amed, Êlih, Sêrt, Dersîm, Çewlîk, Riha, Wan, Colemêrg û Agirîyê êriş şermezar kirin û gotin: ”Wê hesabê êrişên faşîst were pirsîn.”

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Amedê li qada derîyê çîyê daxuyanîyeke çapemenîyê da.

Hevseroka HDP’ê ya bajêr Gulistan Atasoy di daxuyanîyê de axivî û got: Ew çi bikin jî nikarin me ji mîrateya me ya tekoşînê vegerînin.”

Hevserokê HDP’ê yê bajêr Zeyyat Ceylan jî got: ”Ew çi bikin bila bikni em ê bersiveke mezin bidin faşîzmê û wê pûç bikin.”

Li Êlih ê jî li ber avahîya partîyê daxuaynîyek hat dayîn: Di daxuyanîyê de Hevserokê HDP’ê yê bajêr Omer Kûlpû got: ”HDP bi ked û berdêlên mezin gihîştîye vê rojê. HDP partîya berxwedanê ye.”

Di çalakîya Sêrt ê a li ber avahîya partîyê jî parlementerê HDP’ê Siddik Taş axivî û gefên Erdogan û Wezîrê Karê Hundir ên li dijî HDP’ê bi bîr xist û got:

“Em li hember her cûre êriş û zextan li ser pîyan in.”

Li Dersîmê jî Platforma Ked û Demokrasîyê êriş şermezarkir û hat dîyarkirin ku di salvegera komkujîya Roboskî de komkujîyek wisa ne tesadûfe.

Li navçeya Çewlîk Kanîreşê jî êriş hat şermezarkirin û endamên HDP û gelek kes beşdarî çalakîyên bûn banga hevpar hate kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê jî li ber avahîya partîyê çalakîyek lidarxistin. Parlementer Nûram Îmîr, Hasan Ozguneş û rêvebirên partîyê û gelek kes beşdarî daxuyanîyê bûn.

Di daxuyanîyê de Ozguneş dîyar kir ku êrişên li ser partîyê wê nikaribin pêşîya wan bibin asteng.

Rêxistina HDP’ê ya Riha yê jî êriş şermezar kir. Hevserokê HDP’ê yê bajêr Zîya Çalişkan di daxuyanîyê de dîyar kir ku yê pêşî li êrişê vekir deshilatdarîya AKP’ê ye.

Rêxistina HDP’ê ya Wan ê jî li ber avahîya navçeya Artametê daxuyanîyek da. Di daxuyanîyê de ji komîsyona HDP”ê a Wan ê parêzer Sedat Duşunmez got: ”Em ê vê sîyaseta ku keda gel, hêza mirovan û hiqûqê tune dike, teqez têk bibin.”

Li Colemêrgê jî Hevserokên HDP’ê yê bajêr Lokman Ozdemîr daxuyanî da û da zanîn ku wê ew nikaribin îradeya wan bişkînin û got: ”Bi provakasyonên wisa nikarin çavên me bitirsînin.”

Li Agirî jî Rêvebirê HDP’ê Erol Berke daxuyanîyek da û got: “Em ê li hemberî wan serî netewînin.

Back to top button