Li Mexmûrê 11 gerîlayên bi çekên kîmyawî şehîd bibûn hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi merasîmekê 11 gerîlayên HPG’ê ku di 5’ê Mijdarê de li Herêma Zapê, bi çekên kîmyawî şehîd bibûn hatin bîranîn û konê sersaxiyê hate danîn.

Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê, destpê kir.

Di destpêka merasîmê de daxuyaniya HPG’ê ya li ser şahadeta 11 gerîlayan hat xwendin.

Piştre Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen axivî û got: “Em wek gelê Mexmûrê, pir xemgînin, ji ber ku di nava hefteyekî de me gelek şehîd bîranîn.

Bi salane li çiyayê Kurdistanê li ser Kurdan çekên kîmyewî tê bikaranîn û cîhan ji vê yekê re kor e.

Em ê heta dawî şopdarê şehîdên xwe bin û emê tola wan hilînin.”

Piştî merasînê, li Saziya Malbatên Şehîdan tazî hate danîn û gel, sazî û tevahî xebatkarên wargehê serdana kon kirin.

Back to top button