Almanya bi nirxê 8,35 Mîlyar Euro çek firotine derve

Di nava sala 2022’an de, bi nirxê 8,35 mîlyor euro çek firotine welatên derve. Ev yek di dîroka welat de ev asta duyemîn a rekorê ye. Partiya Çep ya Almanya ya, hikumeta ku bi sozên kêmkirina firotina çekan hatî ser deshilatê û berovajî wê tevdigere rexne kir.

Hikûmeta ku par bi soza sepandina qedexeyan li ser îxracata çekan a li Almanyayê hat ser kar, di dîroka welêt de duyemîn hejmara herî mezin a hinardekirinê îmze kir.

Li gorî bersiva pirsa parlementeriya Parlamentera Partiya Çep Sevîm Dagdelen, hikûmeta Alman heta 22’ê Kanûna îsal 8,35 milyar euro îxracat pejirand.

Ev di dîroka welêt de duyemîn mezintirîn daneya hinardekirinê ye, piştî rekora sala borî ya 9,35 mîlyar euroyî ye.

Li gorî daneyên Wezareta Aboriyê ya Almanyayê, di erêkirina îxracata çek û alavên leşkerî ya îsal de bi 2,24 mîlyar Euroyî para herî mezin girtiye.

Destûrên îxracata Ukraynayê jî di nav de çek û alavên giran ên wekî 30 tankên Gepard, 14 obusên PzH, 2000 topên çekên giran û pergalên parastina hewayî IRIS-T hene.

Lêbelê, dema ku şerê Ukraynayê neyê hesibandin, zêdebûna bilez a îxracata çek û alavên leşkerî ya Almanyayê balkêş e.

Ji bilî destûrnameyên hinardekirinê yên ji bo Ukraynayê, mîqdara pejirandinên ku ji bo dema heta 22’ê Kanûna 2022’an hatine dayîn, ji 6 mîlyar euroyî derbas dibe.

Tê diyarkirin dibe ku heta dawiya salê ev rêje hîn zêdetir bibe.

Di serdema desthilatdariya Angela Merkel a 16 salan de, sînorê 6 milyar euroyî tenê 5 caran derbas bû.

Dagdelen jî dibêje, ji şer û kuştinan qezenc tê bidestxistin.

Hêjmarên fermî yên li ser pejirandinên hinardekirinê yên sala 2022’an tê çaverêkirin ku di destpêka Çileyê de bêne ragihandin.

Back to top button