HPG’ê 3 gerîlayên li Gabarê şehîd bûbûn bi bîr anî

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Gabarê şehîd bûne eşkere kir û got,
“Ew bûn nûnerên dawî yên fedakariya bênavber a ku di pêşengiya fermandarê me yê mezin Egîd de hatibû pêşxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Gabarê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de got:

Di operasyona ku dijmin di 2’ê Kanûna 2022’an de li dijî herêma Gabarê daye destpêkirin de hevrêya me ya hêja Koçer ê ku fermandarê herêma Gabarê bû û hevrêyên me Fedakar Hêlîn û Egîd Nîzîp heta nefesa xwe ya dawîn di milîntatiya Apoyî de israr kirin û şehîd bûn

HPG: Ew bûn nûnerên dawî yên fedakariya bênavber

HPG’ê diyar kir hevrê wan bûn nûnerên dawî yên fedakariya bênavber a ku di pêşengiya fermandarê me yê mezin Egîd de hatibû pêşxistin.

Di dewama daxuyaniyê de HPG’ê behsa kesayeta gerîla Silav Koçer kir û wiha got:

Hevrê Silav ku tevlîbûna nava gerîla weke bidestxistina azadiya xeyalên xwe nirxand, bi lez û bez hînî jiyana li çiyayan û jiyana gerîlatiyê bû.

Bi domdarî têkildarî jiyan û tekoşîna hevrê Fedakar Hêlîn jî HPG’ê ev yek got:

Hevrêyê me Fedakar xwest mîna fermandara me ya fedayî Zîlanê di mejiyê de dijmin de biteqe û bi vî rengî bibe meşaleya azadiyê ya rêya Rêbertî.

Ev sekna xwe li her qada jiyanê raber kir û bû mîlîtaneke pêşeng.

Li ser kesayeta gerîlayê Egîd Nîzîp jî HPG’ê got:

Hevrêyê me her tim xwe li hemberî Rêbertiya me, şehîdên me û gelê me deyndar hîs kir û ket nava lêgerîna mezinkirina têkoşîna xwe.

Di serî de ji malbatên hêja yên şehîdan HPG’ê di dawiyê de sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatarêz re xwest

Li gorî daxuyaniya HPG”ê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Silav Koçer
Nav û paşnav: Behiye Kaçar
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dê û bav: Xezal
Navê bav:  Egîd
Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Kanûna 2022’an / Gabar

Nasnav: Fedakar Hêlîn
Nav û paşnav: Mazlûm Akman
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Navê dê : Aynûr
Navê bav:  Alaaddîn
Dîrok û cihê şehadetê:  2’ê Kanûna 2022’an / Gabar

Nasnav: Egîd Nîzîp
Nav û paşnav: Yakûp Demîr
Cihê jidayikbûnê: Dîlok
Navê dê û bav: Hatîce
Navê bav: Abûzer
Dîrok û cihê şehadetê:  2’ê Kanûna 2022’an / Gabar

Back to top button