LI GUNDEKÎ EFRÎNÊ JI BO HER TRAKTOREKÊ 100 HEYA 500 DOLAR BAC

Meha Gulanê ji bo Efrînê ya herî hov û bitirs bû.
Serdegirtina xaniyên Efrîniyan ji aliyê çeteyên faşîzma AKP’ê ve dewam dike.
Dizî bi hemû awayên xwe tê kirin û di şewitandinê de jî bi îsrar e.
Gelo ev hovîtî hemû ji bo çi ye? tenê ji bo şerê di hinidrê xwe de bide vemirandine.

Kirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê êdî asta herî bilind derbas kiriye.

Hovîtî, revandin, şewitandin û hwd, li beranberî vê ji bêdengiya cîhanî jî dewam dike.

Di vê der barê de çeteyên bi navê El-Emşat ên li navçeya Şiyê bi cih dibin, zor û fişarên xwe li ser şêniyan didomînin.

Vê carê jî, wan çeteyan li gundê Qermîtliqê ji bo her traktorekê 100 dolar bac ji xwediyê wan xwestin.

Li gundê Xelîl jî ji bo her traktorekê 500 dolar xwestin.

Li gundê Çeqelê Ortê jî çeteyan li muxtarê gund da û êşkence kir.

Her wiha çarenûsa mamosteyê bîrkariyê Mihemed Hesen ê 11 Gulanê hatibû revandin, hîna nediyar e.

Mihemed Hesen ji gundê Uga yê navçeya Bilbilê ye û ji bo serbestberdana wî, çeteyan 15 milyon lîreyên Sûrî ji malbata wî xwestin.

 

Li navenda bajarê Efrînê, çeteyên Sultan Murad xortê bi navê Heysem Cefer revand.

Ji bo serbesrberdanê jî, çeteyan ji malbata wî 20.000 dolar xwestin.

Li navçeya Cindirêsê, şêniyên bi navê Samêr Silêman, Se’îd Îso û Awad Elî Ceqal 21 Gulanê hatin revandin.

Li gundê Kefer Zîtê yê heman navçeyê, 200 darên zeytûnê yên Ebdo Hemo Xilo ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin.

Ji ber agirxistina newalê Çerqa nêzî gundê Kêla yê navçeya Reco, 300 darên behîvê şewitîn.

Daristanên derdora gundê Cela yê navçeya Reco hatin şewitandin.

Daristana li ber navenda bajarê Efrînê jî hat şewitandin.

Li navçeya Cindirêsê jî 2000 darên zeytûnê yên Mihemed Elî Qasab hatin şewitandin.

Li gundê Qîbarê çeteyan dest danî ser xaniyên Betal Betal, Abdul Rehman Memo û Kerhan Hesen.

Li gundê Kefer Zîtê jî çeteyan dest danîn ser xaniyên Ebdo Xilo û Kamîran Xilo.

Li gundê Şingêlê yê navçeya Bilbilê, çeteyan çûna şêniyan a nava rezên xwe qedexekirin e.

Li gundê Coqê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê û gundê Til Tawîlê yê navçeya Cindirêsê, çeteyan dest danîn ser pezên şêniyan.

Leave a Reply

Back to top button