Tevgera Azadî wê li dijî binçavkirina sibê meşekî lidar bixe

Tevgera Azadî wê sibê li dijî binçavkirina endamên xwe meşekî lidar bixe. Tevgera azadî ji bo meşa sibe banga tevlîbûnê li welatiyên Silêmaniyê kir.

Tevgera Azadî wê sibê li Silêmanî di saet 17:00’an de li dijî binçavkirina endamên partiya xwe meşekî li darbixe.

Tevgera Azadî bang li hemû welatiyan kir da ku tevlî meşa sibe bibin û rê nedin dengê azad were qut kirin.

Her wiha Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ji ber binçavkirina endamên xwe li gel Polîsên Silêmaniyê giliyê Asayişa PDK’ê kir.

Derbarê gilîkirinê de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah axivî û got:

Bêyî yasayê û belgeyek nîşan bidin hevalên me digrin.

Tevgera Azadî partiyeke fermiyeta xwe heye.

Eger ev gilî negihî cihê xwe, emê di çarçoveya dadgeha Iraqê û qada navneteweyî de girtina hevalên xwe têxin rojevê.”

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah xwest ku demildest hevalên wan ên hatine girtin werin berdanê û destnîşan kir ku berpirsê silametiya wan asayîşa PDK’ê û Hewlêrê ye.

Back to top button