Buhayê petrola xam li bazarên cîhanê, 77 dolar derbas kir. Petrola Amerîka jî 77 dalarî bûye.
Îro li bazarên cîhanî her bermîlek petrola Brênt (xam) 77 dolar û 53 sent, her bermîlek petrola Amerîka jî bi 76 dolar û 75 sent tê firotin.
Îsal ev buhayê neftê yê herî zêde ye.
Duh nefta xam li bazara cîhanê 76 dolar û 6 sentan bû.
Zanyarên aborî zêdebûna buhayê neftê bi kêmbûna hejmara nexweşên Coronayê û pêdiviya zêdetir bi neftê ve girê didin.
Sedema din jî wekî lihevhatina welatên OPEC PLUS li ser hindardekirina neftê tê nîşandan.