Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê berdewam dikin. Dagirkeran îro careke din gundên Kobanê, Minbic û Til Temirê topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Çarxilî yê Kobanê topbaran kir.
Di seatên pişît nîvro de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mihsenlî û Ceradê yên Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.
Hemwextî wê, îro 2 caran gundê Tewîla yê navçeya Til Temirê rastî topbaranê hat.
Şevê din jî, Gundê Tewîla ji aliyê dagirkeran ve hatibû topbarankirin.