Gerîlayan li Zap û Xakurkê li hêzên dagirker dan. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 2 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li dijî dagirkeran daxuyaniyek da.
Li gorî vê; “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 14’ê Kanûnê;
Li qada Çemçoyê tîmên gerîla bi çekên giran û bi taktîkên sabotajê li dagirkeran dan.
Di encamê de herî kêm 2 dagirker hatin kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê, 14’ê Kanûnê;
Li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn û Girê Şehîd Şahan, gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran dan.”
Têkildarî êrişên arteşa Tirk a dagiker jî HPG’ê ev agahî dan: Qadên berxwedanê 5 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran hatine bombe kirin.