Fîdan Dogan li ser gora xwe li mereşê hate bibîranîn

Ji Şehîdên komkujiya 9’ê Çileya 2013’an ya li Parisê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ser gora xwe hatin bibîranîn. Rêveber û endamên HDP jî di nav de gelek kes beşdarî merasîma bîranîne bûn. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bi boneya salvegera 10. a komkujiya li Parisê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Ji têkoşerên jin ên kurd Fîdan Dogan li ser gora xwe ya li Taxa Xopon a Elbistana Mereşê hate bibîranîn.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan Ebrû Gunay, endamên Meclisa Jinan, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad tev li merasîma bîranînê bûn.

Li vir, berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî, diyar kir ku dê hesab were pirsîn û got: “Dê ev yek jî bi saya têkoşîna jinan û felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ pêk bê.

Em ê bi biryardarî, birêxistinî û têkoşîna xwe, van komkujiyan ronî bikin”

Li mêrsînê Leyla Şaylemez li ser gora xwe hate bibîranîn

Yek ji qurbaniya Komkujiya Parîsê ya Yekemîn Leyla Şaylemez jî li ser gora xwe ya li Mêrsînê hat bibîranîn.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter, malbat û gelek kes li vir amade bûn..

Di merasîmê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku li pey vê komkujiyê desthilatdara AKP’ê heye û got: “Yek ji van komkujiyan jî ne tesadûfe.

Hêzên li pey komkujiya li Parîsê ya ewil û komkujiya Silopiyê heman hêz in.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şehîdên komkujiya Parisê hatin bibîranîn

Bi heman boneyê li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî merasîmên bîranîna şehîdên komkujiya 9’ê Çile hatin lidarxistin.

  • Colemêrg

Rêxistina partiya HDP’ê ya navçeya Gever a Colemêrgê li avahiya partiya xwe merasîma bîranînê li dar xist.

  • Wan

Li Wanê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jinên ku hatin gel hev, her sê jinên kurd ên siyasetmedar bi bîr anîn.

  • Îzmîr

Bi pêngiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’a Îzmîrê jî bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya bajêr bernameya bîranîne hat lidarxistin.

Back to top button