Şandeyek CHP’ê li Enqerê giliyê SADAT’ê kir

SADAT, yek ji rêxistinên çetewarî ya herî bibandor ku rejîma AKP’ê li nava Tirkiyê çêkirî ye.
Ev rêxistina çete, li nava Tirkiye û Sûriyê bi êrişên terorî radibe.
Şandeya CHP’ê derbarê SADAT’ê ya ku ‘rêxistina sûc a çetewarî’ a Erdogan de, li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê giliyê sûc kir.

Serokwekîlê Koma CHP’ê ya Parlamentoyê Bulent Tezcan, bi şandeyekê re serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û giliyê SADAT’ê kir.

Piştî giliyê şandeya CHP’ê li ber edliyeyê daxuyanî da.

Tezcan, di daxuyaniyê de diyar kir ku ji parvekirin û peyamên ku parve dike xuya ye ku SADAT rêxistineke sûc e, karûbarên paramilîteriyê dike û bi piştgiriya Qesrê tevdigere.

Beriya niha Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu serdana navenda SADAT ê kiribû û xwestibû li ser rêxistinê agahiyan bigre.

Lê hemwextî vê, navendê deriyê xwe girtibû û rênedabû ku Kiliçdaroglu bikeve avahiyê.

Piştî vê yekê, yek ji rojevên sereke yên li Tirkiyê veguherî mijara SADAT û perwerdekirina wê ya çekan bû komên çete.

Hêjayî bibîrxistinê ye Serokê mafya û zilamê dewleta kur a Tirkiyê Sedat Peker beriya niha behsa SADAT û rola wê ya di bûyerên kuştin û derxistina tevliheviyên li nava Tirkiyê de kir.

Back to top button