Çapemeniya Azad nayê bêdeng kirin

Di çarçoveya qirkirina li dijî Kurdan de 20 rojnamevanên Kurd li Amedê ji 8’ê Hezîranê ve di bin çavan de ne û di hucreyên kesî de tên girtin.
Bertekên li dijî binçavkirina rojnamevanan jî zêde dibe. Îro li Amedê û Qamişloyê daxuyanî hatin dayîn û hat xwestin rojnamevan tavilê bên berdan.

Bertekên li dijî binçavkirina 20 rojnamevanên Kurd ku 7 roj in di hucreyên yek kesî de tên girtin, zêde dibe.

Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGKP), ji li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li ber derê avahiya JINNEWS’ê daxuyanî dan.

Hejmareke zêde endam û nûnerên saziyan jî beşdarî daxuyanîyê bûn û piştgirî dan.

Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên rojnamegerên binçavkirî û nivîsa “Hûnê nikaribin bêdeng bikin” li ser nivîsandî hat vekirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser polîtîkayên şer yên deshilata AKP-MHP’ê ku Tirkiye xistiye nava aloziyeke mezin û wiha hat gotin,

“Rojnamegerên polîtîkayên desthilatdariyê teşhîr dikin, dibin hedefa zext û êrişan.

Hempîşeyên me tenê ji ber kar û barên xwe yên rojnamegeriyê niha di bin çavan de tên girtin.

Armanca bingehîn a desthilatdariyê ew e ku Çapemeniya Azad bêdeng bikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin çiqas zext û êriş bên kirin jî ewê heta dawiyê bibin dengê heqîqêtê û banga berdana rojnamevanan hate kirin.

Daxuyanî bi dûrişmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

YRA’yê banga berdana rojnamevanan kir

Têkildarî binçavkirina rojnamevanan ku Yekitiya Ragihandina Azad jî daxuyaniyek da.

Daxuyanîya ku 337 rojnamevanan îmzeya xwe li binî danîye, bi beşdariya rojnamevanan li Çerxerêya Nebî Hûrî ya li Qamişloyê hat dayîn.

Yekitiya Ragihandina Azad di daxuyaniya xwe de binçavkirina 20 rojnamevanan şermezar kir û wiha got,

“Ragihandin dengê heqîqet û civakê ya li pêşberî desthildarên zordar e, lê li Tirkiyê veguheriye sûcekî mezin.

Em li pişt hevalên xwe yên rojnamevan in ku di girtîgehên dewleta Tirk de ne.”

YRA’yê bang li civaka navnetewî, sazî û rêxistinên hiqûqî kir ku di zûtirîn demê de destwerdanê bikin da ku kedkarên çapemeniyê bên berdan.

Back to top button