SANA: Pergala asmanî êrîşeke Îsraîlê li ser gundewarê Helebê têk bir

Hikumeta Şamê ragihand, pergala wan a asmanî ya li Helebê, êrîşeke Israîlê şikand. 

Li gorî ajansa SANA, êrîşa Israîlê ya li ser navenda lêkolînan a li devera Sefîra li gundewarê Helebê, ji aliyê pergala asmanî ya Sûrî ve hat şikandin.

Ev êrîş weke berdewamiya êrîşên Israîlê yên li dijî Sûriyê tê.

Lê çavdêr dibînin ku êrîşên Israîlê, hêzên girêdayî Îranê dikin armanc da ku Îran hebûna xwe li Sûriyê berfireh neke.

Hikumeta Israîlê beriya niha soz dabû ku ew rê nadin Îran û hêzên girêdayî wê, xwe li Sûriyê bi cih bikin.

1ê vê mehê jî, Îsraîlê 2 êrîş biribûn ser Sûriyê, yek li Dera ya din jî li Homsê bû.

Back to top button