LEYLA GUVEN 174 ROJ IN LI BER XWE DIDE

Berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe, di roja 174’an de dewam dike.

Çalakiya Hevseroka (KCD) û Parlamentera (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 174’an de li mala wê ya li Amedê berdewam dike.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiye ku koma ewil ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 136 roj in berdewam dike.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiye dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 60’an de ye.

Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê û Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe dewam dikin.

Navenda Pêkanîn û Mafê Jinan a Baroya Amedê, di encama hevdîtina bi jinên di greva birçîbûnê dene re kirin de rapor amede kir.

Navendê, di raporê de diyar kir ku rewşa tenduristiya jinên di grevê dene gehiştiye asta mirinê.

Leave a Reply

Back to top button