Amber Huff: Ji bo demokrasiya li Rojhilata navîn divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin taybet ji kesayetên Ewropî yên ku PKK baş nas dikin, xwestekên derxistina wê ji vê lîsteyê zêde dibin. Lêkolînera zanîngeha Sussex a Brîtanî Dr. Amber Huff jî li dijî vê neheqiyê bertek nîşan da.
Dibêje: “Ji bo li Rojhilata Navîn aştî û demokrasiyê pêk bê, divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.”

Ji qada navnetewyî bangên derxistina PKK ji lîsteya terorê, zêde dibin.

Piştî bangên gelek kesayetên navdar, ji Lêkolînera zanîngeha Sussex (Sasêx) a Brîtanî Dr. Amber Huff ( Amber Haf ) jî bang hat kirin.

Dr. Amber Huff der barê vê mijarê de ji ajansa nûçeyan a Hawarê re axivî û wê jî daxwaza derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ kir.

Dr. Amber Huff destnîşan kir ku ji bo ku li Rojhilata Navîn aştî û demokrasî pêk were, divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Lêkolînera Brîtanî anî ziman “Erdogan, ji bo terora dewletê ya li dijî civaka sivîl û bi taybetî li dijî gelê Kurd li Tirkiyê zêde bike û mafdar nîşan bide, dixwaze PKK di ‘lîsteya terorê’ ya navneteweyî de were hiştin.”

Dr. Amber Huff da zanîn ku ne tenê li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk li Efrîn, Serê Kaniyê û li Başûrê Kurdistanê jî bi vê hincetê polîtîkayên qirkirinê li dijî kurdan pêk tîne.

Li ser nîqaşên dawîn ên li parlamentoya Brîtanyayê yên der barê êriş û zextên li dijî kurdan li Tirkiyê jî Dr. Amber Huff ev gav bi gaveke wêrek pênasekir.

Lêkolînera Brîtanî Dr. Amber Huff dawiya nirxandina xwe piştrast kir ku derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê mafekî rewa ye û ev got: “Êdî dem hatiye Yekitiya Ewropayê, Brîtanya û welatên din PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ derxinin.”

Back to top button