Brezîlya…Ji ber barana zêde bêtirî 84 kesan jiyana xwe dest dane û 56 jî winda ne

Li Brezîlyayê ji ber barana zêde, erd heziya, çem rabû û herî wekî lehiyê herikî.
Di vê bobelatê de herî kêm 84 kesan jiyana xwe ji dest dan û 56 kes jî winda bûn.

Li herêma Recîfe ya li bakurê rojhilatê welat ji sêşema borî ve ji ber barana zêde lehî rabûye.

Li gorî bîlançoya Parastina Sivîlan a Eyaleta Pernambûcoyê herî kêm 84 kesan jiyana xwe ji dest dane û 56 kes jî winda bûne.

Ji ber bahozê li ser giran erd heziya, çem rabû û herî wekî lehiyê herikî.

Li Jardim Montevegerê ji ber şemitîna axê herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Pêşketinê yê Herêmî Danîel Ferreîra diyar kir dibe ku di rojên pêş de jî baran bibare.

Ji ber barana zêde ku ji serê hefteyê ve bi bandor e li 14 bajaran rewşa awarte hat îlankirin.

Rayedaran dan zanîn ku ji ber baranê nêzî 4 hezar kes hatin tehliyekirin.

Di meha Sibatê de li Petropolîs a li eyaleta Rîo de Janeîroyê de ji ber lehiyê 233 kesan jiyana xwe ji dest dabûn

Ji ber barana zêde ya li rojhilatê Brezîlya 33 kes mirin

Li brezîlya ji ber rabûna lehîyê 44 kes mirin

Back to top button