HDP û rêxistinên civaka sivîl alîkariya ku gihiştî navçeya Barcixê li wir jî digihînin gundan û li mexdûrên erdhejê belav dikin.
HDP’e, rêveberên rêxistina civaka sivîl û gel alîkariyê ji navçeyê tesnîfê, derbasî gundan dikin.
Dilxwazên alîkariyê şeva xwe li Mala Gund a Hasankoca yê derbas kirin.
Her wiha alîkarî bi pêşengtiya HDP, STO odeyên pîşeyî, tax, gund û komeleyên odeyan hatine berhevkirin.
Dilxwazan di saetên serê sibehê de dest bi xebatên xwe kirin.
Komên Alîkariyê: Pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye divê piştevanî mezintir bibe
HDP, gel û rêxistinên civaka sivîl li Îzmîrê jî kampanya dan destpêkirin û ev kampanya hîna jî didomin.
Dilxwazên ku di nava kampanyayê de cih digrin, ji bo dermankirina birînên gel, banga mezinkirina piştevaniyê kirin.