Bi sedan Koçberên Efrînê û şêniyê Şehbayê li dijî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê ku nahêle alîkarî, derman û sotemenî derbas bibin, xwepêşandan li darxistin.
Xwepêşandan ji çarxerêya navçeya Ehdas a kantonê bi beşdariya bi dehan koçberan û xelkê Şehbayê dest pê kir.
Xwepêşandêr ber bi benda kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê ve meşiyan û bênavber dirûşmeyên li dijî dorpêçê û bêdengiya navneteweyî berz dikin.
Li cem benda kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê daxuyaniyek hat dayîn.