YRJ: Dewleta Tirk êrişî destkeftiyên jinan dike

Yekitiya Ragihandina Jinan têkildarî êrişa li dijî kedkarên Jin TV daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:”Vê êrişî rastiya polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker a li dijî azadiya jinê , îspat kir.”

Yekîtiyê destpêkê êrîşê şermezar û sersaxî ji malbata şehîd Necmedîn Feysel re xwest û got:

Siyasetên dewleta Tirk a dagirker careke din eşkere bûn ku li dijî azadiya jinan e.

Lê jinan rola xwe di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîst.

Heta ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin.

Ev êriş, ji bo têkbirina destkeftiyên jinan û herêmê ye ku bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin.

Lewma em bang li hemû saziyên çapemeniyê dikin ku sûcên dewleta Tirk ji hemû cîhanê re ragihînin.

Herî dawî Yekîtiyê saz da ku ew ê rêya şehîdên heqîqetê bişopînin.

“Dewleta Tirk îradeya gelê herêmê dike hedef”

Back to top button