Bi hezaran koçberên li sînorê Polonya-Belarûs asê mane, ji bo xwe çadiran datînin

Li sînorê Ewropa bi hezarna koçberên heyî libenda çareseriyekê ne.
Koçberên ku li sînorê Polonya-Belarûs kom bûyî, bi derbasbûna Ewropayê re israr dikin.
Tevî sermaya zêde bi hezaran koçber kom bûne.
Hikumeta polonya jî jimara leşkerên xwe yên li sînorê bi Belarûsê re zêde dike.

Bi werza zivistanê re serma zêde bûye.

Bi hezaran koçberên li sînorê Polonya-Belarûs kom bûne jî vê rewşê ji her kesî baştir dibîne.

Ji ber li gel wan tenê cilên wan hene.

Sermaya ku heyî raste rast xwe berdide nava canê wan.

Rewşa van koçberan li nava Ewropa jî rojevek sereke ye.

Ewropa van koçberan ji bo xwe weke metirsî dibîne û ji bo piştevaniya xurtkirina sînorê Polonya li pîlanan digere.

Û ji rewşa heyî jî Minsk tewambar dike.

Belarûs ya ku di bin vê tewambariyê de namêne, helwesta Polonya ya li dij koçberan bi nemirovane pênase dike.

Li ser van tewambariyên navbera aliyan de ya zoriyê dibîne tenê koçberin.

Her çiqasî bê ku ferq bikin, hatine karanîn, lê disan ji koçber dixwazin derbasî Ewropa bibin.

Şevê din careke din li ber sermayê man.

Koçberên ku ferqkirine wê daxwaza derbasbûna wan zû pêk neyê, ji xwe re li ber sînor dest bi lêkirina çadiran kirine.

Ji saetên siharê ve koçber, bi qutkirina daran, û danîna çadirên biçûk dixwazin xwe ji sermaya heyî biparêzin.

Metirsiya li ser rewşa zarokên li ber sînor hîn zêdetire.

8’ê Mijdarê koçberên ku ji Iraq, Efxanistan, welatên din Asyayê li Belarûsê kombûn, berê xwe dan sînorê Polonya.

Li gorî bîlançoya Saziya Lûkte, tenê di nava 11 mehên borî de ji Iraqê 37 hezar ciwanan koçber bûne.

10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî winda bûne.

Li gorî bîlançoyê herî zêde li Qeladiz û Ranya ciwan koç dikin, piştî wê jî li Şêladiz, Soran, Helebce, Seyidsadiq û Hewlêr tê.

Back to top button