Yekîtiya Êzîdiyên Efrîn û Helebê Mam Zekî bi bîr anîn

Îro salvegra 4. a şehadeta endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî ye.
Yekîtiya Êzêdiyên Efrînê û Helebê Mam Zekî bi bîr anîn û gotin: “Dagirkeriya Tirk bi şehîdxistina Mam Zekî xwest civaka Êzîdî bê pêşeng bihêle. Em ê li ser rêya Mam Zekî têkoşîna xwe dewam bikin û mîrateya wî biparêzin.”

Di 15’ê Tebaxa 2014’an, endamê endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî di encama êrişa balafireke dagirkeriya Tirk li Şengalê şehîd bû.

Di salvegera şehadeta wî de, Yekîtiya Êzîdiyên Efrîn û Helebê Mam Zekî bi bîr anî.

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê li Şehbayê ji bo bîranîna Mam Zekî merasîmek li dar xist.

Merasîma bîranînê li navçeya Ehdesê bi amadebûna bi sedan endamên Yekîtiya Êzîdiyan û şêniyê Efrînê hate lidarxistin.

Di merasîmê de, li ser navê Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Eyşe Sîdo û Sûad Hiso axivîn.

Piştre senevizyonek der barê Şehîd Mam Zekî de hate pêşandan.

Yekîtiya Êzîdiyên Helebê jî bi boneya salvegera şehadeta Mam Zekî daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Yekîtiya Êzîdiyên Helebê li Taxa Şêx Meqsûd hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkeriya Tirk bi şehîdxistina Mam Zekî xwest îradeya civaka Êzîdî bişkîne.

Her wiha hate bibîrxisitn ku di fermanên li ser Şengalê de hatine her tim rêveberên civaka Êzîdî ji ber ku ola Êzîdî û çanda wê parastine, hatine hedefgirtin.

Yekîtiya Êzêdiyên Helebê di daxuyaniya xwe de xebat û têkoşîna Mam Zekî li dijî êrişên li ser civaka Êzîdî bi bîr xist û got:

“Civaka Êzîdî êdî komplo û planên ji bo qirikirna Êzîdiyan baş nas kiriye.”

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina Rêya Şehîd Mam Zekî û hemû şehîdan hate dayîn.

Back to top button