Li Til Hemîsê salvegera Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyan hat pîrozkirin. Li van pîrozbahiyan soz bi şehîdan re hat dayîn ku riya wan bê şopandin û xeta fermandar Egîd bê parastin.

Ji bo pîrozkirina Roja Vejînê, şahî û çalakiyên pîrozbahiyê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxisitn.

Li navçeya Til Hemîsê a girêdayî Qamişlo bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl ên navçeyê li Navenda Çandê salvegera 15’ê Tebaxê pîrozkir.

Di pîrozbahiyê de li ser navê Tevger Civaka Demokratîk TEV-DEM û Partiya Yekîtiya demokratîk PYD’ê axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya Fermandar Egîd û şehîdan dan.

PYD’ê bi boneya pêngava 15’ê Tebaxê civînek ji welatiyên şedadê re li dar xist

Li Şedadê jî, PYD’ê ji bo pîrozkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê civînek bi şêniyên navçeyê re li dar xist.

Di civînê de li ser Pêngava 15’ê Tebaxê û têkoşîna Şehîd Egîd axaftin hatin kirin.

Li herêma Firatê salvegera 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Li Herêma Firatê,Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi heman armancê şahî li dar xistin.

Li herêma Firatê Ciwanên Şoreşger meşeke bi meşaleyan li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê ji bo pîrozkirina Roja Vejînê meşek bi meşaleyan li dar xist.

Meş ji Girê Meştenûr dest pê kir û li Qada Jina Azad rawestiya.

Ciwanên Şoreşger ên Şehbayê bi meşeke meşaleyî roja vejînê pîroz kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Şehbayê ji bo pîrozkirina Roja Vejînê meşeke meşaleyî li dar xist.

Ciwan li nava kolanên navçeya Fafînê meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê tevgera Ciwanan axaftin hate kirin û meş bi şahiyekê bi dawî bû.

Dayîkên aştiyê li Helebê roja vejînê pîroz kirin

Bi heman armanê, dayîkên aştiyê li Helebê bi daxuyaniyekê Roja Vejînê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin Pêngava 15ê Tebaxê ji bo gelên herêmê bû hêvîya azadî û rizgariyê.

Back to top button