Frasa û Morako tên pêşberî hev

Di Kûpaya Cîhanê ya 2022’an de Arjantîn li benda rikberê xwe ye.
Ji bo fînalîstê din diyar bibe, wê Fransa û Morako werin pêşberî hev.

Di Kûpaya Cîhanê ya FIFA ya 2022’an li Qeterê tê leyîstin de, şampiyonê berê Fransa û Moreko îşev tên pêşberî hev.

Bi diyarbûna encamê re wê fînalîstê din diyar bibe.

Dadvanê Meksîkî Cesar Ramos wê maça saet 22:00’an bê leyîstin birêve bibe.

Her du welat wê di dîroka Kûpaya Cîhanê de cara yekem li pêşberî hev bileyîzin.

Tîma serketî wê roja Yekşemê di fînalê de bi Arjantînê re were pêşberî hev.

Tîma surprîz a turnuvayê Morako, Kupaya Cîhanê ya ku bi Croatia re bê gol dest pê kir nîşan da.

Morako ya di çaryeka fînalê de Portugal 1-0 têk bir, serketinek mezin bi dest xist û bû yekem welatê Afrîkayê ku di dîroka kûpaya cîhanê de derket nîvfînalê.

Fasê ku ji bilî gola xwe ya li hemberî Kanadayê heta niha rê neda dijberên wiya golê bîne.

Di pêşbirkên Kûpaya Cîhanê de, Morako 13 maçên xwe têk neçû.

Arjantîn li benda rikberê xwe ye

Tîma Arjantîn ya Croatia 3-0 têk birî, niha libenda fînalîstê din e.

Arjantîniyan jî ev serketin bi şahiyan pîroz kirin.

Back to top button