Çalakvanan bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîdan bide malbatên wan

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan li deriyê Sêmalka ya ji bo girtina cenazeyên gerîla ku PDK’ê ew şehîdxistine, di roja 38’an de dewam dike.
Çalakvanên li dergeha Sêmalkayê bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Şêniyên navçeya Amûdê ev 2 roj e di çalakiyê de ne.

Endama Kongreya Star a navçeya Amûdê Meyada Xelîl axivî û diyar kir ku ew ê çalakiya xwe dewam bikin heta ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.

Hevseroka PYD’ê ya navçeya Amûdê Minewer Xalid axivî û wiha got:

“Şerm e ku em li pêşiya sînorê Başûrê Kurdistanê sekinîne û banga radestkirina cenazeyê şehîdan li PDK”ê dikin.

Em dixwazin bizanibin bê ka çima PDK cenazeyên şehîdan nade.”

Di dawiya axaftina xwe de Minewer Xalid bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyata PDK’ê bêdeng nemînin.

Back to top button