Pentagon: Hêzên Amerîkî 2 serçeteyên el-Qayîdayê li Idlibê kuştin

Di êrîşeke Amerîkayê li ser Idlibê de, 2 serçeteyên el-Qayîdayê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkî (Pentagon) vê sibehê, kuştina 2 serçeteyên el-Qayîda di êrîşeke asmanî li parêzgeha Idlibê de ragihand.

Li gorî agahiyan, droneke koalîsyona navneteweyî ya bêpîlot, 2 erebe li nêzî bajarokê “Ereb Seîd” li rojavayê Idlibê kir armanc.

Çavkanîne herêmî jî navên her du serçeteyên armanckirî, destnîşan kirin, ku yek ji wan “Ebû Zir el-Misirî” dadwerekî berê yê koma “Huras el-Dîn” û yê din jî serçeteyê bi navê “Ebû Yûsiv el-Mexribî” bû.

Back to top button