Tirkiye 200 çeteyên Sûrî yên din şandin Azerbeycanê

Istixbarata dewleta Tirk qefleke din a çeteyên Sûrî şand Qerebaxê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, dewleta Tirk dordora 200 çeteyên Sûrî yên din şandin Azerbeycanê.

Bi vê yekê re jî, jimara çeteyên li wir heta niha bû hezar û 650 çeteyî.

Li gorî Çavdêriyê, heta niha di şerê Qerebaxê de, bi kêmanî 126 çete hatine kuştin, her wiha cenazeyên 92 çeteyî jî derbasî Sûriyê bûne.

Back to top button