Şandeya Şengalê ku ev 2 roj in li Bexdayê hevdîtinan dike, bi şêwirmendê serokwezîrê berê yê Iraqê, Basim el- Ewadî re civiya.
Şandeya ku ji rûspî û nûnerên saziyên Şengalê pêk tê û piştî peymana li ser Şengalê, ji bo rêzehevdîtinan çûbû Bexdayê.
Şande di çarçoveya hevdîtinan de, bi şêwirmendê serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî, Basim el- Ewadî re civiya.
Civîn ji çapmeniyê re girtî pêk hat, piştî civînê hat gotin ku hevdîtin erênî derbas bûye.