Başaga piştî hewildanên zêde li Trablusê ye

Li Lîbya asoyên aramiyê xuya nakin.
Hêrsa deshildatdariyê rewşa li welat di nava aloziyê de dihêle.
Dibeybe yê li ser kursiyê deshilatê runiştî, di mayîna li ser erkê xwe de israr dike.
Başaga yê ji aliyê Meclisa Nuneran ve weke Serokwezîr hilbijartî jî ji bo pêkanîna erkê xwe berê xwe da Trablusê.
Piştî şerê li paytextê, Başaga û çend endamên din ji paytextê derketin.

Hêrsa deshilatdariyê, Lîbya ji sala 2011’ê ve xistiye nava şerekî wêranker.

Nêzî 3 meh in li welêt du hikûmetên cuda yên bi serokatiya Dibeybe û Başaga hene.

Ev rewş gumanên wê yekê bi xwe re dide avakirin ku wê Lîbya careke din ber bi şerekî navxweyî ve here.

Hat diyarkirin ku piştî hatina Fethî Başagayê ji aliyê Meclisa Nûneran ve li Lîbyayê wek Serokwezîr hat hilbijartin doh cara yekem gihişt paytexta Lîbya Trablusê.

Bi hatina Başaga re li paytextê şer derket.

Li gorî nûçeya televîzyona El-Hedath, di navbera alîgirên Başaga û kesên ku piştgirî didin Abdulhamîd Dîbeybe yê ji erkhatî girtin û dest ji kar bernade şer derket.

Dibayba dibêje, ew ê hikûmetê tenê radestî serokekî hilbijartî, ne tayînkirî, bike.

Piştî şer, Başaga ji paytextê derket.

Buroya Çapemeniyê ya Hikûmeta Başaga jî bi daxuyaniyeke nivskî ragiahnd ku Başaga û hin endamên kabîneya wî ji Trablusê derketine.

Di civînên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê ya bi pêşengiya NY ku Mijdara 2020’an hate lidarxistin de biryara hilbijartina giştî hate dayîn.

Weke dîroka hilbijartinê jî 24’ê Kanûna 2021’an hate destnîşankirin.

Lê hilbijartin di roja diyarkirî de nehat kirin.

Meclisa Nûneran a Tobrukê di rûniştina xwe ya 10’ê Sibatê de ragihand ku erka hikumeta demkî bi dawî bûye û ji bo vê yekê Wezîrê Karên Hundir ê berê Fethi Başağa wek serokwezîr hilbijart.

Meclîsê di 1’ê Adarê de, dengê pêbaweriyê dabû hikumeta Başaga.

Serokwezîrê hikumeta demkî yê berê Ebdulhemîd Dîbeybe jî ev yek red kir û got;

Meclisa Nûneran bi dûrketina ji nexşerêya ku di peymana Cenevreyê de hatiye diyarkirin sûc dike.

Ez li ser erka xwe me û wê erkê tenê radestî hikûmeteke hilbijartî bike.

Back to top button