Der barê mijara penaberên Sûriyê de, Tirkiyê ragihand ku lihevkirina wan a bi Rûsyayê re, wê ti bandorê li vê mijarê neke û nehêle ew ji biryara xwe vegerin
Li gorî çavkaniyeke serokatiya Tirkiyê, lihevkirina wan a derbarê rawestandina şer li Idlibê ya bi Rûsyayê re, wê nehêle Enqere ji guhertinên dema dawî di mijara penaberan venegerîne û helwesta wan naguherîne.
Çavkaniyê her wiha eşkere kir ku ev lihevkirin, rastiya ku YE sozên xwe yên lihevkirina 2016 der barê penaberan de bi cih neanî jî, naguherîne.