Erdogan Li cîgerê CHP’ê ku ew bi gotinan aciz kir, doz vekir

Pevçûna ku berî du rojan ji ber şerê Erdogan li Idlibê li parlamana Tirkiyê de rû dabû, li wir bi dawî bebû û bi xwe re gelek tişt anî.

Serokê Tirkiyê Erdogan, li dijî cîgerê CHP’ê  ku di parlamenê de Erdogan bi tundî rexne kir û ew bi xayîn û xapîner pênase kir , doz vekir û daxwaza 165 hezar dolarî lê birî.

Li gorî dezgehên ragihandina Tikriyê jî, ji ber zimandirêjî li serokkomarê Tirkiyê kiriye, Parêzerê Erdogan lê doz vekirin.

Hat ragihandin ku Dadgeha Giştî ya li Enqereyê jî ji ber piçûkxistina Erdogan li parlaman lêpirsîn vekir.

Back to top button