Nezîra Gewriye: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî were naskiin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê diyar kir ku mafê Rêveberiya Xweser heye bi awayekî fermî li ser asta siyasî were naskirin, ji ber ku karûbarên zêdetirî 5 milyon kes li ser erdnîgariya Sûriyê, bi rêve dibe. Her wiha banga çareseriya aloziya Sûriyê kir .

Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê gelek civîn û hevdîtin mîna Cinêv, Soçî û Astanayê hatin lidarxistin.

Lê dewletên sponserên aloziya Sûriyê heta niha çareseriyek yan jî lihevkirinek nedîtine.

Der barê mijarê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê axivî.

Nezîra diyar kir ku mafê Rêveberiya Xweser heye bi awayekî fermî li ser asta siyasî were naskirin, ji ber ku karûbarên zêdetirî 5 milyon kes li ser erdnîgariya Sûriyê, bi rêve dibe.

Hevseroka Meclisa Rêveber, asta Rêveberiya Xweser wiha nirxand :

“Rêveberiya Xweser li ser hemû astan xwe îsbat kir.

Herêm ji komên çeteyan rizgar kir, her wiha ruxmî dorpêçê jî hewl dide tevahiya xizmetan ji şêniyên herêmê re pêşkêş bike.”

“Rêveberiya Xweser hewl dide têkiliyên siyasî û dîplomatîk pêş bixe”

Nezîra Gewriyê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve hewil dide ku têkiliyên siyasî û dopilomatîk bi dewletên navneteweyî re pêş bike.

Nezîra der barê mijara naskirina Rêveberiya Xweser ev tişt anî ziman:

“Nêrînên aliyên ku serdana herêmê dikin erênî ne. Em hêvî dikin ku di dema bê de Rêveberiya Xweser were naskirin.”

Nezîra Gewriyê da zanîn ku hebûna hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe di Sûriyê de nahêle çareseriyek ji vê aloziyê re were dîtin û tevlêbûna nûnerên Rêveberiya Xweser di civînên navneteweyî de jî asteng dike.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê bang li civaka navdewletî kir da ku hewl bidin aloziya Sûriyê çareser bibe.

Back to top button