Mele Bextiyar: Ger PDK û YNK li hev nekin wê rewşa Başûr xirabtirbe

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar têkîldarî lihevnekirina PDK û YNK ji çapemeniyê re axivî. Mela Bextiyarî da zanîn ku ji ber lihevnekirina PDK’ê û YNK’ê bandorek nebaş li ser statûya Başûrê Kurdistanê çêbûye. Her wiha diyar kir ku divê di zûtirîn dem de lihev bikin û hilbijartin were lidarxistin.

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar di daxuyaniyek de û got: “Nakokiyên navbera aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê wisan kiriye ku hertim metirsî li ser Kurdistanê hebe.”

Mela Bextiyar diyarkir ku pêknehatina hilbijartinên Başûrê Kurdistanê dibe sedem ku demokrasiya herêmê aliyên siyasî yên bikevin di jêr pirsyar û gumanê de.

Bextiyar destnîşan kir ku divê lihevkirinek stratejîk a hemû aliyan bi taybetî jî ya PDK’ê û YNK’ê ji bo lidarxistina hilbijartinan hebe û got: “Lihevkirin û giftûgo di navbera aliyan de çênebe, wê bandora ku niha li ser statûya Herêma Kurdsitanê hîn zêdetir bibe.”

Berê jî Serokê YNK’ê Bafil bangên bi vî avayî li PDK’ê kiribû.

Lê heta niha jî PDK’ê gavên ber bi çav neavêtine.

Back to top button