Ciwanên Herêma Firatê: Têkoşîna me heta Rêber Ocalan azad bibe dê bidome

Li herêmê çalakiyên li dijî tecrîdê dewam dikin. Li Kobanê, Reqa û Minbicê li dijî tecrîda li Imeraliyê çalakiyên cuda hatin lidarxistin û bang li CPT’yê hate kirin ku li ser rewşa rêber Apo agahiyekê bidin.

Li bajarê Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Apo, çalakiya konvedanê hate lidarixsitin.

Di çalakiyê de endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê ya herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û tecîrda li dijî rêber Ocalan şermzar kir.

Her wiha Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce jî axivî û besha berxwedana Rêber APo li Imraliyê kir.

Xoce da zanîn ku wê tecrîda li dijî rêber Ocelan bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

Dayikên Aştiyê li Reqa tecrîd li ser Rêber Apo şermzarkirin

Dayîkên aştiyê ên Reqayê jî li dijî tecrîdê daxuyaniyek dan.

Dayîkan bang li hemû pêkhateyên herêmê kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind bikin.

Şêniyên Minbic: divê CPT li ser rewşa Rêber Apo agahiyekê bide

Li bajarê Minbicê ji bo şermzarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo çalakiya konvedanê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de gelek kes axivîn û bang li CPT’yê kirin ku der barê rewşa rêber Apo de agahiyekê bide.

Back to top button