40 sazî û rêxistinên civaka sivîl li dijî êrîşan banga piştgiriyê kirin

40 saziyên civaka sivîl yên bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke hevpar li dijî gefên dewleta Tirk bang li hemû sazî û rêxistinên civakî û hêzên demokratîk kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê.

Nerazîbûnên li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê zêde dibin.

40 sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî gefên dewleta Tirk ên êrişên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser şerê ku bi salane li Sûriyê dewam dike û encamên ku derxistiye holê û wiha hat gotin,

“Li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê guhertina demografyayê bigre heta bi rojane buyerên kuştin, revandin û destdirêjiyê pêk tên. Gefên dewleta Tirk li dijî Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Heta dawiyê ji bo parastina nirxên mirovahiyê bi pêşengiya jin û ciwanan em ê têkoşîna xwe li hemberî dagirkerî, faşîzm û mêtingeriyê bilind bikin.”

Di daxuyaniyê de êrîş û komkujiyên li ser civaka Êzidî û bi taybetî ya 2014’an hatin bibîrxistin û hat gotin civaka Êzidî di sedsala 21’ê de rastî qirkirinê hat.

Rêxistinan di daxuyaniya xwe de bang li sazî û rêxistinên civakî, hêzên demokrasiyê û tevahî gelên cîhanê kir ku xwedî li Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin û rê li ber êrîşan bigirin.

Back to top button