Ukrayna: Hêzên me bi oparasyoneke taybet derbasî kirimê bû

Artêşa Ukrayna li dijî Kirima ku Rûsya 2014’an bi xaka xweve kirî oparasyonên xwe berfireh kiriye.
Îstixbareta Ukrayna ya girêdayî wezareta parstinê ragihand ku di çarçoveya oparasyoneke taybet de hêzên wan derbasî Kirimê bûne.

Berdevkê Midûriyeta Giştî ya Îstixbaratê ya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê Andrey Yusov li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Yusov di daxuyaniya ji malpera Suspilne.media re ragihand ku Midûriyeta Giştî ya Îstixbaratê ya Ukraynayê bi hevkariya hêzên deryayî operasyoneke taybet li Kirimê pêk anî.

Berdevkê Yusov got,

“Di çarçoveya tevgera taybet de leşker ketin nîvgiravê.

Armanc hatine pêkanîn.

Di nava leşkerên me de, ti ziyanek canî pêk nehatiye.”

Her wiha diyar kir ku operasyona taybet dewam dike û daxuyakirin ku ew ê hemû hûrgiliyan eşkere nekin.

Yusov îdia kir ku di oparasyonê de hêzên wan ziyanên canî û madî gihandine artêşa Rûsyayê.

Serokê Midûriyeta Giştî ya Îstixbaratê ya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê Kirill Budanov ji Radyoya Ewropaya Azad re got,

Derfetê me heye ku li her devereke Kirimê ya ku Rûsyayê bi awayekî neqanûnî bi xaka xweve girê daye bixin.

Em helbet dikarin bi her awayî xwe bigihînin dijmin.”

Li gorî nûçeya malpera Crime Realii (Rastiyên Kirimê) li gorî saeta herêmî derdora 05.00’an de li nêzî mezraya Mayak a ku Baregeha 3. a ku Radyo-Teknîkî ya Hêzên Esmanî ya Rûsyayê lê ye dengê teqînan hat

Back to top button