Ji ketina werza zivistanê û heta niha li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pir kêm baran bariya. Lê ji duh heta niha baraneke zêde û li hin deveran jî berf dibare.
Li herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê hişkesalî hebû û ji ketina Zivistanê û heta niha ne baran û ne jî berf bariyabû.
Çavê her kesî û bi taybet cotkaran ku li barîna baranê bû, duh bendewariya wan bi cih hat û ji seatên şevê ta naha baran dibare û li hin deverên sînor jî berfê rûyê erdê sipî kir
Li Zirgan û Dirbêsiyê, ta Qamişlo berf bariya û bi taybet li Kobanê berfê erd girt.
Li Helebê jî dîmenên barîna berfê hatin belavkirin.
Li gelek herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî baraneke zêde heye..