
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê careke din êriş birin ser gundên Şehba û Babê.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê bi hawan û moşekan topbaran kirin.
Di heman demê de, ji baregehên xwe yên li baregehên Şiwêha û Zerzûr ên gundewarê rojhilatê bajarê Babê, gundên Yalanî û Mezreya Fewaris ên Babê topbaran dikin.