Balafirên dewleta Tirk a dagirker vê êvarê herêma gundê Gelale yê bajaroka Şarbajêr bombebaran kir.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker vê êvarê herêma gundê Gelale yê bajaroka Şarbajêr bombebaran kir. Qaymeqame Mawet diyar kir ku ji ber bombebaranê bifikar in.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker di saet 16.45’an de qadên Dukan û Gumend ên binarê çiyayê Asos ê gundê Gelale ya Şarbajêr bombebaran kirin.
Qaymeqamê Mawet li ser mijarê got: “Spas ji Xwedê re xelkê gund selamet in, her çiqas şivanên gundê Gelale niha pezê xwe birîne wê herêmê. Em weke Rêveberiya bajaroka Mawet, li ser van bombebaranan bi fikar in ku her car dibe sedema belavbûna tirs û fikaran.”