Derbarê erdheja Îzmîrê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî got: Hêvîdar im gelên Tirkiyê van rojên giran bi hevkarî li peya xwe bihêlin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi boneya erdhejê, li ser malpera xwe ya civakî peyamek weşand û xemgîniya xwe anî ziman.
Ebdî di peyama xwe de wiha got::
“Em li ser navê gelê xwe ji bo kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane dilovaniya Xwedê ji wan dixwazin û ji bo birîndaran jî hêviya silametî û başbûnê dikin.
Em bawer dikin ku gelên Tirkiyê bi hevgirtin û hevkariyê wê van rojên giran û zehmet li pey xwe bihêlin.
Îro Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê bi pileya 6.6 erdhej pêk hat. Gelek avahî hilweşiyan û herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest da.