Nobeda azadî ji Ocalan re

Nobeda Azadî ji Ocalan re ya li Straboûrga Fransayê 8 salên xwe qedand. Çalakgeran diyar kirin ku heta azadiya Rêber Ocalan wê çalakiya xwe bidomînin.

Nobeda Azadî ji Ocalan re ku li bajarê Strasboûrg yê Fransa tê lidarxistin 8 salên xwe qedand.

Çalakî 25’ê Hezîrana 2012’an despêkiribû.

Di hefteya 416’an de saziyên pêkhateyên KCDK-E’yê ev nobed dewergirtin û mîtîngeke girseyî li dar xist.

Li ser navê, KCDK-E, TJK-E û TEV-ÇAND’ê axaftina hatin kirin û hat teqezkirin ku heta Rêber Ocalan azad bibe, wê têkoşîn û çalakiya wan ya nobetê bidome.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Strasboûrgê saziyên wekî Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Parlementoya Ewropayê hene.

Back to top button