Li Mozanbîkê komên tundraw piranî jê keç 51 zarok revandin

Rêxistina civaka sivîl Save the Childeren ragihand li bakur-rojhilat ê Mozambîkê 2020’an piranî jê keç 51 zarok ji hêla komên ‘tundraw’ ve hatine revandin.

Rêxistina Save the Chîldren bi daxuyaniyeke niviskî ragihand û got,

”Ji hêla wan komên çekdar ve ku tevî nav şer dibin revandina zarokan bi rengekî ku bibe alarm bûye taktîkek.”

Di navbera Çileya 2020’an û Çileya 2021’an de piranî jê keç 51 zarok hatine revandin.

Rêxistinê diyar kir ev jimar tenê yên ku hatine aşkerekirine lê ya rast ji ya hatî diyarkirin gelek zêdetire.

Koma bi navê ‘El Şebab’ (ciwan) ya tundraw li Mozanbîk û sînorê xwe bi Tanzanyayaê re êrîşên xwse zêde kirine.

Ev kom gundan dişewitînin, seriyan jêdikin, ji bo ku ji xwe re endama peyda bikin mirovan digrin û wan ji xwe re dikin koleyên zayendî.

Dawiya meha Adarê li Palmayê jî bi dehan kes hatibûn kuştin.

Back to top button