Şêniyên Dêrik û Til Berak li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re daketin qadan.
Saziyên civaka sivîl yên kantona Kobanê û malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê jî diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze di nav Kurdan de şerê navxweyî derxe.
Li bakur û rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezar kirina dagirkeriya Tirk a li ser başûrê kudistanê û siyasetên PDK’ê çalakî didomin.
Îro şêniyên bajarê Dêrikê daketin qadan, dagirkerî û hevkariya PDK’ê a bi Tirkiyê re red kirin.
Şêniyan diyar kirin ku ewê bi ruhê berxwedaniyê dagirkeriyê têk bibin.
Şêniyên navçeyê bi heman helwestê meşek li darxist û piştgiriya xwe bi berxwedana gerlîa re nîşan dan.
Saziyên civaka sivîl: Dewleta Tirk dixwaze di nav Kurdan de şerê navxweyî derxe
Saziyên civaka sivîl yên kantona Kobanê jî daxuyaniyek da êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û wargeha Mexmûrê şermezar kirin û weha gotin:
Armanca Dewleta Tirk ew e ku maf, destkeftî û rûmeta gelê Kurd binpê bike û şerê navxweyî di navbera Kurdan de derxin.
Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li hember binpêkirinên dewleta Tirk ji bêdengiya xwe derkeve.
Saziyan bang li tevahî gelê herêma Başûrê Kurdistanê û hikumeta wê kirin ku li pey provokasyonan neçin û li hember komployan hişyar bin.
Malbatên Şehîdan li kampa Serdem siyasetên li ser Kurdan şermezrar kirin
Li kampa serdemê jî zarok û mabatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê daxuyanî dan, dagirkeriya Tirk û siyasetên li ser kudan şermezar kirin.