Rejîma Tirkiyê destê xwe xistiye nav hilbijartinên li New Yorkê

Li Amerîkayê, Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) li ser Şaredarê New Yorkê Eric Adams lêkolînek da despêkirin.
Li gor îdiayan Adams di kampanyaya hilbijartina 2021’an de ji Tirkiyê alîkariyên neqanûnî girtiye.

Ajanên federal ên ku li ser gendeliya giştî lêkolîn dikin, di serê sibehê de li Brooklyn bi ser mala serokê fonê ya şaredariyê Brianna Suggs de girtin.

Li gorî nûçeya New York Times (NYT) li Brooklyn û Waşîngtonê li ser peywendiyên Adams yên bi Tirkiyê re, hewl hate dayîn agahî werin bidestistin.

FBI têkliya şaredarê New York a bi Tirkiyê re lêkolîn dike

FBI’yê li ser pêywendiyên kampanyaya hilbijartina şaredariyê yên bi dewleta Tirkiyê re jî lêkolîn kirin.

Di çarçoveya lêkolînê de dest danîn ser hin alavên ragihandinê.

Hat diyarkirin ku tu sûcek li dijî Adams nehatiye bi dest xistin.

Adams di daxuyaniya xwe ya têkîldarî serdagirtinê de kampanyaya xwe parast û diyar kir ku ew xwedî pîvanên exlaqî ne.

Li gorî New York Times’ê Adams herî dawî di merasîma alê de ku hefteya borî li Manhattanê li dar xistibû, bi têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re pesnê xwe dabû.

Ev gotinên Adams û pesindayîna wê ya li gel Tirkiyê bi xwe re rê li ber lêpirsînekî vekir.

Back to top button