Konferansa Ciwanan a Cîhanê bi dirûşma ‘Em ê dîrokê binivîsînin-Têkoşîna azadiyê ya ciwanan nikare bê astengkirin’ li paytexta Fransa Parîsê pêk tê.
Konferans wê sê rojan dewam bike û ji tevahiya cîhanê zêdeyî 60 rêxistinên ciwanan tevlî bûn e.
Zêdeyî 300 ciwanan beşdarî konferansê bûne.
Her wiha gelek delegasyon li ser medyaya civakî vîdeo parvekirin û ragihandin ku ew ê beşdarî konferansê bûn.
Konferans ji aliyê tevna ‘Ronahî’ û ‘Ciwan dîrokê dinivîsîn’ ve tê lidarxistin û xwe dispêre konferansên salên 2015 û 2019’an ên li Amed û Kobanê.
Armanca xwe ya niha ew e ku xwe bigihîne hemû ciwanên li cîhanê.
Di konferansê de mijarên li ser azadî, ekolojî, wekheviya jin û mêr û alternatîfên li hemberî sîstema kapîtalîst derdikevin pêş.
Di civînê de wê encamên jiyana lîberal a li ser ciwanan, pênaseya zayendîperest, pirsgirêkên ekolojîk, faşîzm û mîlîtarîzm, perwerde,
Di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ciwanên Rojhilata Navîn, pirsgirêkên aboriyê, koç, dîroka ciwanan, enternasyonalîzm, li nava civakên dagirkirî û pirsgirêkên jin ên ciwan wê bêne nirxandin.