Rewşa Tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî giran dibe

Çalakvana Mafên Jinan ya Îranî Nêrgiz Mihemedî ku du sal in li zîndana Evîn ya Tehranê girtîye rewşa wê ya tenduristiyê giran dibe.
Nêrgiz Mihemedî ya ku pirsgirêkên wê yên dil hene, ji ber red kiriye şerpê bide serê xwe destûr nehatiye dayîn ku wê bibin nexweşxaneyê.

“Piştî mirina Jîna Emînî êdî ez ti car şarpê nadim serê xwe.”

Ev gotin yên Çalakvana Mafên Jinan Nêrgiz Mihemedî ne.

Bi hêceta şarpe nedabû serê xwe jina Kurd Jîna Emînî di Îlona 2022’an de ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.

Li ser kuştina Jîna Emînî li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên bi navê “Jin Jiyan Azadî” destpêkirin.

Piştî van serhildanan Nêrgiz Mihemedî eşkere kir ku êdî ew ê bi ti awayî şarpê nede serê xwe.

Ew bi vî awayî bû yek ji kesên ku di serhildana “Jin, jiyan, azadî” de derket pêş.

Nêrgiz Mihemedî bi hêceta ku li dijî rejimê propagandayê dike ji sala 2021 de li girtîgeha Evîn ya li Tehranê tê girtin û 31 sal ceza lê hatiye birîn.

Û heta niha 13 caran jî hatiye binçavkirin û girtin.

Ji ber red kiriye şerpê bide serê xwe destûr nedane wê bibin nexweşxaneyê

Tê gotin ku pirsgirêkên dil yên Nêrgiz Mihemedî hene û divê li nexweşxaneyê bê dermankirin.

Lê malbata Nêrgiz ragihand ji ber ku red kiriye ku şerpê bide serê xwe destûr nehatiye dayîn ku wê bibin nexweşxaneyê.

Malbatê ragihand ku jiyana Nêrgiz di bin xeteriyê de ye.

Komîteya Nobelê, ji ber têkoşîna wê ya li dijî zext û şideta li ser jinan Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2023’an da Nêrgiz Mihemedî.

Çalakvana mafên jinan a Îranî Nêrgiz Mûhammedî beriya çend rojan jî ji hucreya xwe ya li Tehranê peyam şandibû û wiha gotibû:

“Weke gelê Îranê em demokrasî, azadî, mafên mirovan û wekheviyê dixwazin. Komara Îslamê li pêşiya vê daxwaza neteweyî, astengiya sereke ye.

Em hewl didin da ku rûmeta Îranê û rûmeta mirovahiyê jinûve zindî bibe.

Serkeftin ne hêsan e, lê teqez e.”

Back to top button