Senatoya Amerîkî daxwaza destnîşankirina dema derxistina Tirkiyê ji bernameya F-35 kir

Careke din nakokiyên Tirkiye û Amerîkayê xwe didin der û herî dawî Senatoya Amerîkî ji wezîrê parastinê Mark Esper xwest ku demekê ji bo derxistina Enqere ji bernameya balafirên şer ên F-35 destnîşan bike..

Endamine partiya Komarî û Demokratîk di axaftineke xwe li pêşberî Senatoya Amerîkî de, ev daxwaz ji wezîrê parastinê kir.

Endaman her wiha metirsiya xwe ji reftarên dewleta Tirk û siyasetên wê li Sûriye û Îraqê anî zimên û diyar kirin ku Tirkiyê gelek welatîyên Amerîkî li Enqereyê jî girtine.

Li gorî van parlamenteran, ev tişt jî diyar dike ku Tirkiyê ne hevkar e, tevî ew endamekî NATOyê.

Berî niha Kongressa Amerîkî ji serokê welêt Donald Trump xwestibû ku cezayan li Tirkiyê bibire, nemaze piştî kirîna pergala mûşekên S-400 yên Rûsyayî.

Back to top button