Li Îtalya komxebata navnetwî ji bo aştiya cîhanî

Li Îtalyayê bi tevlêbûna nûnerên gelên bindest, Komxebata Navneteweyî ya Ji Bo Aştiya Cîhanî hat lidarxistin.
Tê de qala girîngiya têkoşîna bi hev re hat kirin.

Komxebat li bajarê Venedîk hat li darxistin ..

Nûnerên gelên ku ji cihên cuda yên cîhanê têkoşîna azadiyê didin, tev li komxebatê bûn.

Hevseroka (PYD) Asya Abdûllah jî tevlî bû û di komxebatê de axivî..

Asya Abdûllah bi berfirehî qala avabûna PYD’ê, , roja îroyîn a Şoreşa Rojava û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava kir.

Endamê KNK’ê Adem Ûzûn jî qala pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn û neçareserkirina vê pirsgirêkê, kir.

Nûnerên gelên din jî qala pirsgirêkên ku ji bo çêkirina aştiya li herêmên xwe kirin û girîngiya têkoşîna bi hev re kir.

Komxebat piştî biryara beşdaran a bi organîzasyonek berfirehtir a hatina ba hev, bi dawî bû.

Back to top button