Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî gundên Kobanê 19 dibistanên nêzî eniyên şer hatin girtin.
Li gorî Desteya Perwerdê ya herêma Firatê,
Ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker 19 dibistanên nêzî eniyên şer hatin girtin.
Her wiha dibistanên li 15 gundan jî yên seretayî hatin hilweşandin û xwendekat ji perwerdeyê bêpar man.
Hevserokê Desteyê Bekir Cerade diyar kir ku ti berdêla domandina proseya perwerdeyê tune ye.
Û dema vekirina dibistanan jî hîna diyar nebûye.
29’ê Mijdarê Desteya Perwerdê ragihand ku ji ber êrişên Tirkiyê 243 dibistan hatin girtin.
3 dibistan jî bi awayekî beşî hatine wêrankirin û 21 hezar û 843 şagirt ji perwerdeyê bê par mane.