PYD’ê komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist

PYD’ê li Hesekê der barê şoreşa 19’ê Tîrmehê Forumek li dar xist.
150 nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser cihên xwe di forumê de, cihê xwe girtin.
Di forumê de hevserokê PYD’ê Salih Muslim îşaret bi girîngiya parastina destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir.
Form bi encamnameyekê bi dawî bû.

Li Hola Şeto ya Hesekê têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê Foruma Sûriyeyê bi dirûşma “19’ê Tîrmehê şoreşa jin û gelan û mîsogeriya Sûriyeya demokratîk e” hat lidarxistin.

Forum ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD ve hate birêvebirin.

Di Forumê de, 150 nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD’ê Perwîn Yûsif axaftina destpê kir salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got: “Em salvegera 11’emîn a şoreşa gelan ya bi pêşengiya jinan li tevahî kedkarên vê şoreşê, malbat û zarokên şehîdan pîroz dikin.”

Salih Muslim: Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa xeta 3’emîn e

Piştre Hevserokê PYD’ê Salih Mulsim li ser şoreşa 19’ê Tîrmehê axivî û diyar kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa serhildana gelan e û şoreşa xeta sêyemîn e.

Salih Muslim: Divê gel destkeftiyên şehîdan biparêzin

Her wiha Salih Mulsim bal kişand li ser fedekariyên şehîdan û diyar kir ku Heke xwîna tevahî pêkhateyan di vê şoreşê de tevlihev bûye, hingî ev biratiya gelan e.

Hevserokê PYD’ê Salih Mulsim di dawiyê de bang li gelê herêmê kir ku destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.

“Xurtkirina pergala parastinê mîsogeriya şoreşê ye”

Pişt re jî, yek ji fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn axivî û Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber Apo, cangoriyên Şoreşê û tevahî şoreşger û tekoşeran pîroz kir.

Sarya Efrîn eşkere kir ku ew weke hêza jin li hemberî teror û dagirkiriyê bisekinin û riya şehîdan bişopînin.

Hemdan El Ebid: 19’ê Tîrmehê şoreşeke cuda ye

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid jî axivî û balkişan li ser binkeftinên şoreşên berê û wiha got:

“Sedema sereke ya binkeftina şoreşên berê tunebûna armanca sereke ya şoreşan bû.

Yên ku navê muxalefetê li xwe dikirin ji xeta xwe dûr ketin.

Em kêfxweş in ku em zarokên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne, şoreşa biratiya gelan û jiyana hevbeş in.

Em ji xeta muxalefet û rejîmê dûr ketin û di xelekekê de kom bûn.”

Hemdan El Ebid anî ziman ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji şoreşên din cuda ye û pêngaveke rasteqîn a şoreşa tevahî gelan e.

Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pêşandan.

Forum bi encamnameyekî bidawî bû.

Back to top button